Sefîn Dizeyî: Me her tim hewl daye ku bi welatên cîran re dostaniyê ava bikin

16 May 2024 11:35 0 dîtin
Sefîn Dizeyî: Me her tim hewl daye ku bi welatên cîran re dostaniyê ava bikin

PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî ragihand ku Herêma Kurdistanê hertim hewl dide dostaniya li gel welatên cîran pêk bîne.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Dizeyî do Çarşemê di civîna çapemeniyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îranê di asta bilind de bû û got, em hêvîdar in ku pirsgirêk û kêşe bi diyalogê bên çareserkirin.

Sefîn Dizeyî amaje bi wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê her tim hewl dide dostaniya ligel welatên cîran pêk bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 05.05.2024ê li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê serdana Tehrana paytext kir.

Li gel Nêçîrvan Barzanî şandeke mezin ku ji cîgirên serok Mistefa Seyîd Kadir û Cafer Şêx Mistefa û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed pêk dihat.

Di çarçoveya vê serdanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê civiya û pêşhatên dawî yên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên navbera Îran û Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.