Dizeyî: Me hewl da pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re berfiretir bikin
PeyamaKurd – Serokê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve Sefîn Dizeyî bi gotareke vîdyoyî li ser derbasbûna sê salan di ser Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, qala giringtirîn kar û çalakiyên fermangehê kir û diyar kir: “Me hewl da pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re berfiretir bikin.”
Li gor Serokê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve Sefîn Dizeyî da zanîn, di sê salên borî yên Kabîneya Nehem de, wan karên xwe li ser bingeha hêlên giştî yên karnameya hikûmetê kirin. Wek Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve, wan hewl da pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re berfiretir bikin û bi berçavgirtina berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina dualî, wan tekezî li ser pêwendiyên dostane û baş ên bi welatiyên cîran re kir.
Di berdewamiyê de eşkere kir, wan di vê heyamê de karîn zêdetir ji hezar hevdîtin û civînên fermî bi şandên bilind ên welatan, balyoz, kunsol û berpirsên ajansên Netewên Yekgirtî re bikin. Herwiha wan beşdarî di hejmarek dîdar, merasîm û rojên welatan de kir û hejmarek korbendan bi protokolên taybet birêk xistin. Wek beşek ji şanda Iraqa federal de jî, wan karî komek hevdîtin û civînên giring bikin, bi taybet jî hevdîtina bi Serokê Amerîka Donald Trump re.
Sefîn Dizeyî destnîşan kir, wî wek Berpirsê Fermangeha Karên Derve bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî re di çendîn hevdîtinên girîng ligel serkirdeyên welatan û civaka navdewletî de beşdar bû. Herwiha got jî, me serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Karên Derve, balyozên welatan, firaksiyonên Kurdistanî re civiyan, bi armanca bihêzkirina kar û hevahengiyê di navbera Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqa Federal de.
Herwiha Serokê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve diyar kir, di dema derketina pandemiya Koronayê de, li ser fermana Serokê Encûmena Wezîran wan karî zêdetir ji 2 hezar welatiyên ku li welatên cuda asê mabûn, bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re û nêzîkî 550 welatiyên din jî bi rêya balafirên din ên Iraqê re bigihînin Herêma Kurdistanê.
Di berdewamiyê de da zanîn: “Derbarê pirsa koçberên neyasayî yên li Yûnan û Belarusê de, wan hewl da wê pirsgirêkê çareser bikin ku mixabin hejmarek ji koçberan can dabûn. Me termê 16 koçberên di Kenala Îngilîz de xeniqîne û termê 12 koçberên din ji Yûnanê vegerandin Herêma Kurdistanê û ew gihandin malbatên wan û bi xakê hatin raspardin.”
Serokê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve da zanîn: “Bêguman me hewl da pêwendiyên me yên asayî û dostane bi Îran û Tirkiyê re hebin, bi taybet di warê pêşxistina aborî û bazirganî de. Me zêdetir ji 2 hezar kompanyayên Tirkî û Îranî li Herêma Kurdistanê tomar kirin û rêjeya pevguhartina bazirganî jî zêde kir.”
Sefîn Dizeyî eşkere kir, wan hezar û 700 xizmetguzariyên lojistîk pêşkêşî şandên dîplomatîk ên welatan û rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve kirine û serperiştiya karûbarên yasayî û pesendkirina zêdetir ji 40 hezar belgenameyên li derve û nava welat kirine. Herwiha wan sê caran serdana Parlamentoya Kurdistanê kirine û bi Seroka Parlametoyê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê û serok û endamên Komîteya Pêwendiyên Karên Derve û Revenda Kurdistanî civiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin