Sefîn Dizeyî: Em hewl didin bi rêya konsulxaneyan zêdetir sermayedarên biyanî biksînin Herêma Kurdistanê

28 January 2024 15:50 0 dîtin
Sefîn Dizeyî: Em hewl didin bi rêya konsulxaneyan zêdetir sermayedarên biyanî biksînin Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di panela Konferansa Nûnerên Herêma Kurdistanê yên derve de axivî û got, serdana şandên biyanî bo Herêma Kurdistanê, nîşana serkeftinên mezin ên hikûmetê ye  ew hewl didin bi qasî ku bikarin veberhênerên biyanî bînin Herêma Kurdistanê.

Sefîn Dizeyî di panêleke Sêyemîn Konferansa Nûneratiyên Hikûmetê li Hewlêrê de eşkere kir, wan bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve, hewl daye ku konsulxane û balyozxaneyan derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de agahdar bikin.

Dizeyî diyar kir, bandora hewlên wan ên li gel konsulxane û balyozxaneyan çêbûye û hinek welatan li ser asta Wezareta Derve êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine.

Sefîn Dizeyî da zanîn, ew hewl didin bi rêya konsulxaneyan zêdetir sermayedarên biyanî bikşînin Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: “Serdana berpirsên pilebilind ên welatan bo Herêma Kurdistanê, nîşaneya serkeftinên mezin ên hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê ye.”

Dizeyî got: “Beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Forûma Davosê de û hevdîtina bi hejmarek şandên bilind ên cîhanê re, nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê li gel welatên biyanî weke beşek ji Iraqê, taybetmendiya xwe heye.”

Dizeyî anî ziman: “Berê xwendekarên me yên li Herêma Kurdistanê nedikarîn biçin derveyî welat bixwînin, lê niha em kêfxweş in ku her sal bi sedan ciwanên welatê me ji bo xwendina bilind (master û doktorayê) diçin derve.”

Herwiha Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve destnîşan kir: “Her çend e Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye, lê di pirs û hevkêşeyên herêmê de, aktoreke sereke ye.”