Dizeyî: Amerîka, Fransa û Brîtanya hewla destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê didin

08 October 2023 15:30 0 dîtin
Dizeyî: Amerîka, Fransa û Brîtanya hewla destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê didin

PeyamaKurd -  Berpirsê Peymangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî li Hewlêr de, axaftinek kir.

Dizeyî di axaftina xwe de got; Tevî ku ev çend meh in Herêma Kurdistanê petrola xwe hinarde nake, lê Herêma Kurdistanê cihê xwe li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê vekiriye û wiha pê de çû: “Amerîka, Fransa û Brîtanya hewl didin pirsgirêka di navbera Bexda û Enqereyê de çareser bikin, da ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

Sefîn Dizeyî diyar kir: “Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ji 25ê Adarê ve, nêzîkî 5.5 milyar dolar ziyanên darayî gihîştiye Iraqê.”

Dizeyî got: “Li Herêma Kurdistanê ji bilî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, nêzî 30 konsulxaneyên welatên cuda hene. Ev jî rol û girîngiya Hewlêrê weke paytexta Herêma Kurdistanê di warê ewlehî, siyasî û aborî de ji welatên herêmê re nîşan dide.”

Herwiha Dizeyî destnîşan kir: “Dîplomasiya me ya aborî heta asteke mezin serketî bû, niha li 14 welatan nûneratiyên me hene û em ji bo zêdekirina nûneratiyên xwe li welatên cîhanê gavan diavêjin; Ev jî, bi armanca gihandina peyama gelê me ya di warê siyasî û aborî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de.”