Ji Fransa berteka tund bo rêkeftina Amerîka, Awustralya û Brîtanyayê: Durûtî hate kirin!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê li ser rêkeftina Amerîka, Awustralya û Brîtanyayê ya derbarê avakirina hêzeke noqavî ya deryayî û betalkirina peymana 90 milyar dolaran a ligel Fransayê bo hilberîna keştiyan bertekeke tund nîşan da.
Le Drian got, wan herdu welatan rast nekirin û Brîtaniya jî bi berdewamî derfetan ji xwe re bikar tîne.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji medya Fransî re ragihand, derew hatine kirin, durûtî hatiye kirin, binpêkariyeke mezin ya bawerîyê û bêrêzî hatiye kirin.
Roja Pêncşema borî Amerîkayê bi awayekî nehênî rêkeftinek ligel Awustralya û Brîtanya îmze kiribû da ku keştiyên jêr deryayê ku bi enerjiya atomî kar dikin bide Awustralya û ev jî di medyayê de wekî avakirina hevpeymaneke nû ya li dijî Çînê hatibû ragihandin.
Bi vê rêkeftinê re, rêkeftina 90 milyar dolarî ya di navbera Fransa û Awustralya de ku sala 2016 hatibû îmzekirin, hat betalkirin û Frasanyê jî wekî helwest balyozên xwe yên li Amerîka û Awustralyayê vekişandibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin