Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya êrîsa li ser Hewlêrê sermazar kirin
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyeke hevbeş, Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya, êrîşên moşekî yên 15ê vê mehê li ser Hewlêrê pêk hat şermezar kirin û diyar kirin, êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin.
Piştî civîna hevbeş a wezîrên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanyayê, daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin û di beşeke daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em êrîşên moşekî yên 15ê mehê yên ser Hewlêrê şermezar dikin û sersaxî li xizmên qurbaniyan dikin û êrîşkirina ser Hevpeymanan û NATOyê bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de behsa gefên DAIŞê hatiye kirin û dibêjin: “Helmetên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, ku ji 83 welatan pêk tên, li Sûriye û Iraqê berdewam dibin.”
Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya destnîşan kirin, zêdekirina hemahengiya navbera wan a ji bo jinavbirina gefên DAIŞê girîng e.
Herwiha li ser Îranê jî, Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya ji Tehranê daxwaz kirin ku ji pêngavên xwe yên metirsîdar ên ku girtine ber xwe, paş vekişe û hişyarî dan Îranê ku encamên karên xwe bifikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin