Fransayê êrîsa Hewlêrê sermezar kir
PeyamaKurd - Fransayê êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li dijî Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Wezareta Derve ya Fransayê derbarê êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li dijî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de qala mîsogerkirina rawestandina êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê û banga rawestandina êrîşan kir.
Di daxuyaniyê de Fransa êrişa mûşekî ya pasdarên Îranê ya li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Di peyama wezaretê de wiha hate gotin: "Ev êrîş binpêkirineke eşkere ye û nayê qebûlkirin. Ev êrîş di heman demê de binpêkirina serwerî û ewlehî ya Iraqê ye ku Herêma Kurdistanê jî beşeke ji wê ye. Ji bo aloziyên navçeyê zêdetir nebin, divê êrîşên Îranê bêne rawestandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin