Fransayê bi tundî êrîsa ser Hewlêrê sermezar kir
PeyamaKurd – Fransayê, bi tundî êrîşa ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û pabendiya xwe ji bo serwerî û silametiya axa Iraqê û îstiqrara Herêma Kurdistanê nîşan da.
Li gor daxuyaniya li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê; divê hevkariya navbera Hikûmeta Iraqê û desthilatdarên Herêma Kurdistanê were kûrkirin ji bo diyarkirina nasnameyên encamderên wan êrîşan û dabînkirina asayîş û îstiqrara Iraqê bi awayekî giştî.
Herwiha Fransayê rijdbûna xwe li ser berdewambûna karên xwe yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya bi hevbeşên xwe yên navxwe û navdewletî re car din aniye ziman û tekez kiriye, piştevaniya xwe didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin