Balyozxaneya Fransayê êrîsa li ser Balafirxaneya Hewlêrê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Fransa li Herêma Kurdistanê, peyamek bi zimanê Kurdî belav kir û êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Balyozxaneya Giştî ya Fransayê peyamek bi zimanê Kurdî li ser twittera xwe belav kir û tê de da zanîn: “Balyozxaneya Giştî ya Fransa, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevsozî û piştevaniya xwe piştrast dike.”
Herwiha destnîşan kir, ev êrîşa nû, destdirêjeyeke li ser serweriya Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê û nayê qebûlkirin.
Balyozxaneya Giştî ya Fransa daxwaz dike û dibêje, divê hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hebe, ji bo ev kiryarên nearamiya derdixin bi dawî bên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin