Balyozxaneya Fransayê derbarê êrîsa li ser Pêsmerge daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê, derbarê êrîşa li ser Pêşmerge ya li çiyayê Metîna daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Pêşmerge hêza rewa ya Herêma Kurdistanê ye û hevpeymanê ye li dijî DAIŞê. Em her destdirêjiyeke li ser can û selametiya wan şermezar dikin.”
Balyozê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Olivier Decottignies, derbarê êrîşa li ser Hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîna daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Balyozxaneya Giştî ya Fransayê, serxweşiyên xwe arasteyî gelê Kurd û malbatên wan 5 Pêşmergeyan dike” ku di êrişê de şehîd bûne.”
Balyozê Giştî yê Fransayê, hevxemiya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyan û birîndaran derdibire û dide zanîn: “Pêşmerge di çarçoveya destûra federal a Iraqê de erkê xwe bicih dike û dema ku rastî êrîşê hat, li ser encamdana erkê xwe bû.”
Li Çiyayê Metîna li sînorê nahiyeya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, roja Şemiyê, otomobîleke Hêzên Pêşmerge rastî êrîşekê hat û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge, li ser êrîşê daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku di dema pêkanîna erkekî de, hêzên Pêşmerge ketine kemîna PKKê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin