Xezalî derbarê êrîsa li ser Balyozxaneya Amerîka de peyamek belav kir

08 July 2021 11:30 0 dîtin
Xezalî derbarê êrîsa li ser Balyozxaneya Amerîka de peyamek belav kir

PeyamaKurd – Emîndarê Giştî yê Asayib Ehiluheq Qeys Xezalî derbarê êrîşa îro ya li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê de peyamek belav kir û da zanîn, Amerîka ne armanca komên “bereya miqaweme” ye.

Qeys Xezalî li ser Twittera xwe diyar kir: “Ji bo dosya tevlîhev nebin, heta niha Balyozxaneya Amerîka neketiye çarçoveya armanckirina komên miqawemeyê.”

Xezalî destnîşan kir, eger Balyozxaneya Amerîka bikeve çarçoveya armanckirina komên miqawemeyê, ew moşekên Katyusha yên bi hûrî armancên xwe nagirin bi kar nayînin, bi taybet li armancên nêzîkî cihên sivîlan.

Xezalî eşkere kir, çekên pêşkeftîtir û bi hûrî armancan digirin hene û di operasyonên çend rojên pêştir de ew yek hat çespandin.

Îro berbangê careke din Herêma Kesk a Bexdayê û Balyozxaneya Amerîka bi moşekên Katyusha  hat armanckirin û li gor zanyariyan hejmarek kes birîndar bûn.