Plana êrîsa li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hat eskerekirin
PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonan a Bexdayê, hewldaneke milîsan a ji bo êrîşkirina li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê eşkere kir.
Li gor Fermandariya Operasyonan a Bexdayê da zanîn: “Hêzên milîs plan danîbûn ku di duyemîn salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs de, êrîşeke moşekî li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê encam bidin.”
Hat destnîşankirin: “Ji bo rêgirtina her hewldaneke bi vî rengî, gelek hêzên ewlehiyê li Bexdayê hatin belavkirin.”
Herwiha hejmarek xwepêşanderên ser bi Heşda Şeibî li Bexdayê ala Amerîka û Îsraîlê şewitandin û dirûşm li dijî her du welatan gotin.
Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs, roja 3/1/2020an de di operasyoneke Amerîkayê de, li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin