Li Bexdayê dijî baregeha hêzên Amerîkayê êrîsa mosekî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li dijî baregeha Eyn el Esed a asmanî ya hêzên Amerîkayê tê de ne, êrîşeke moşekî pêk hat. Di encama wê êrîşê de ti ziyaneke canî nehat ragihandin.
Hêjayî gotinê ye piştî hilbijartina serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî yekem êrîşa dijî hêzên amerîkî ye li Iraqê ku heta niha gelek caran milîsên îranî êrîşî baregehên hêzên Amerîkayê tê de ne kirine.
Tenê di sala 2021ê de, 43 êrîş li Iraqê li dijî hêzên Amerîkayê pêk hatin.
Herwiha êrîşên moşekî li dijî balyozxaneyên Bexda û Hewlêrê yên Amerîkayê, li dijî karwanên hêzên hevpeymaniyê û balafirxaneya Hewlêrê jî pêk hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin