Bexda | Li dijî baregeha hêzên Amerîkayê êrîsek pêk hat
PeyamaKurd- Li dijî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ku lê baregeha hêzên Amerîkayê û artêşa Iraqê heye, bi roketan êrîşek pêk hat. Derbarê ziyanên madî û mirovî de tu agahî nehatin belavkirin.
Li gorî nûçeyên medya herêmî, piştî bihîstina dengê çekan sîren aktîv bûn. Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku 4 roket li deverê ketine û di dema êrişan de balafirek şerî hatiye xuyakirin ku nayê zanîn bê ya kî ye.
Kanala El Arabiya îdia kir ku êriş li dijî leşkerên Amerîkayê pêk hatiye.
Derbarê ziyanên madî û mirovî de tu gahî nehatin belavkirin û hêj tu alîyî û rêxistinê berpirsyariya wê êrişê negirtiye ser xwe.
Karbidestên Iraqê hefteya borî ragihandibûn ku li Baregeha amerîkî ya Aynul Esedê ku dikeve rojhilatê wîlayeta Anbarê, êrişeke moşekî pêk hatibû û 5 guleyên hawanan li wir ketibûn.
Saziya li dijî terorê ya Iraqê ragihand, îro Duşemê danê sibehê 5 moşek li bafegeheke saziya wan a nav balafirgeha navndewletwî ya Bexdayê ketine. Saziya li dijî terorê amaje bi wê yekê jî kir, ji ber wê êrîşê 5 kes birîndar bûne, ku birîna 2 kes ji wan giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin