Li dijî baregeha Amerîkayê, êrîs hat kirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, hat diyarkirin ku balafirên bêmirov ên çekdar êrîşî baregeha asîmanî ya Eyn el-Esed a Iraqê ku leşkerên Amerîkayê lê ne, kir.
Hat ragihandin ku 2 balafirên bêmirov ên çekdar êrîşî baregeha asîmanî ya Eyn Esed a Iraqê ya Amerîkî kir û hat diyarkirin ku di êrîşê de tu ziyanên canî û ziyan çênebûne.
Hat zanîn ku di pêvajoya şerê Hamas û Îsraîlê de ku bûye sedema zêdebûna rageşiyê li Rojhilata Navîn, baregehên Amerîkî yên li herêmê jî di van demên dawî de bûne armanca êrîşan.
Li gorî hat tomarkirin, di vê mehê de 23 caran bi balafirên bêmirov û moşekan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin