Îran: Êrîsa Amerîkayê ya li ser Bexdayê "kiryareke terorîstî" ye
PeyamaKurd – Îranê êrîşa Amerîkayê ya li ser Bexdayê wek "kiryareke terorîstî" bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî êrîşa balafirên bêmirov ên Amerîkayê li paytexta Iraqê Bexdayê bi tundî şermezar kir û ew wek “kiryareke terorîstî” bi nav kir.
Kenanî bertek nîşanî êrîşa esmanî ya Amerîkayê ya li Bexdayê ya li dijî Ebû Baqir el-Saadî yek ji fermandarên Ketaib Hizbullahê ku di bin sîwana Heşda Şeibî de ye da û got: “Hêza terorîst a CENTCOMê ya Amerîkayê di çarçoveya dewama piştevaniya tam a ji cinayetên Rejîma Siyonîst (Îsraîl), li dijî gelê mezlûm Filistînê, ev kiryara êrÎşker li Bexdayê pêk anî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin