Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê êrîsa hêzên rejîmê ya ser sivîlan sermezar kir

19 July 2021 20:41 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê êrîsa hêzên rejîmê ya ser sivîlan sermezar kir

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyê, topbarana li ser gundekî Idlibê şermezar kir û daxwaz kir ku rêz li agirbestê bê girtin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê, li ser twitterê derbarê topbarana  li ser Idlibê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat gotin, “Em xemgînin derbarê raportên ku ji Idlibê doh gihiştin ber destê me, ji ber  qurbaniyên sivîl, ku di nav wan de zarok hebûn, herwiha karmendên  karûbarên mirovî jî hebûn, ku ji ber kiryarên rejîma Sûriyê karê wan bo rizgarkirina xelkê rawestiya. Divê rêz li agirbestê bê girtin.”

Hêzên rejîma Sûriyê berî du rojan gundê Sirce yê bajarê Idlibê topbaran kirin û di encamê de 6 kesên sivîl hatibûn kuştin ku 3 zarok ji malekê bûn.

Dîsa rojnamevanê bi navê Himam El-Asî jî di dema wênegirtina topbaranê de hat kuştin û 6 kesên sivîl jî birîndar bûn, ji wan jî 3 endamên Berevaniya Sivîl bûn.