Almanyayê êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanyayê êrîşa şeva borî ya Îranê li ser Hewlêrê ku hejmarek sivîl hatin qetilkirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Da daxuyaniya wezaretê de hat gotin: “Em êrîşa moşekî ya Îranê ya neberpirsane li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin. Ew yekparçeyiya axa Iraqê binpê dike û aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê. Dilê me bi malbatên qurbaniyan re ye.”
Hêjayî di êrîşa bi moşekên balîstîkî û dronan ji nav Îranê û komên girêdayî Îranê yên Iraqê ve hate kirin de, 8 deverên Hewlêrê hatin armanckirin.
Di êrîşan de, li gorî zanyariyan karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya bi navê Jînê ye 11 mehî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Iraqî yê Xirîstiyan e jî di nav de, çar welatiyên sivîl can dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin