Generalê Îranê gef li Îsraîlê xwar: Em ê bi tundî bersiva êrîsa dijmin bidin
PeyamaKurd – Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqerî ragihand ku berpirsê sereke yê êrîşa Îsraîlê ya li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Baqirî li merasîma oxirkirina Serleşker Mihemed Riza Zahîdî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ku di êrîşa Îsraîlê ya ser Sûriyê de jiyana xwe ji dest da, li Îsfehanê axivî.
Bakiri amaje bi wê yekê kir ku kuştina Zahîdî û leşkerên Îranî yên pê re di êrîşa Şamê de dawîhatina Îsraîl leztir kir, Bakiri got ku êrîşa Îsraîlê bê bersiv namîne.
Bakiri got, "Em ê dem, cure û plansaziya operasyonê diyar bikin. Helbet em ê di wextê rast de bi planeke saxlem zirara herî zêde li dijmin bidin. Ev zerareke ku dijmin ji tiştên ku dike poşman bibe."
Sererkanê Giştî yê Îranê got, "Berpirsê sereke yê êrîşa Şamê DYA ye û divê hesab bê pirsîn."
Îsraîl di 1ê Nîsanê de li kampusa Balyozxaneya Îranê ya li Şamê êrîşeke hewayî li ser avahiya Balyozxaneya Îranê pêk anî.
Di êrîşê de 2 jê general 7 kesên ji Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê mirin.
Herwiha hat ragihandin ku di êrîşê de 6 welatiyên Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin