Generalê CENTCOMê ji ber egera hêrisa Îranê çû Îsraîlê

11 April 2024 14:34 0 dîtin
Generalê CENTCOMê ji ber egera hêrisa Îranê çû Îsraîlê

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) General Michael Corella îro çû Îsraîlê. 

Hate gotin ku Corella ji bo li dijî hêrişeke egerbar a rejîma Îranê û komên girêdayî wê, parastina hevpar ya DYA û Îsraîlê koardîne bike çûye Îsraîlê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ya Ereb (AWP) tê payîn ku General Corella bi rayedarên payebilind ên artêşa Îsraîlê û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant re bicive û di derbarê parastina leşkerî de danûstandinan bike.

Rayedarên Îsraîlî diyar kiribûn ku ew ji bo egera ji axa Îranê hêrişeke rasterast a nepen a bi mûşekên balîstîk, bi frokeyên bêmirov û mûşekên krûz ên xwe amadekariyên xwe dikin.

Artêşa Pasdaran a rejîma Îranê ragihandibû ku di hêrişa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê de, Fermandarê Sûriye û Lubnanê yê Feyleqa Qudsê ya Pasdaran Mihemed Riza Zahidî, cîgirê wî Mihemed Hadî Rehîmî û 5 efserên ligel wan hatine kuştin.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan vê hêrişa Îsraîlê 'tawaneke şer' pênase kiribû û gotibû "wê Îsraîl bê cezakirin."

Herî dawî jî Rêberê Olî yê rejîma Îranê Elî Xamaneyî jî bi heman şêwazê gefê li Îsraîlê xwaribû û gotibû "Wê Îsraîl bê cezakirin."