Îranê gefa 'tolhildanê' li Îsraîlê xwar!
PeyamaKurd - Îranê gefa heyfhilandina serbazê ku di êrîşa esmanî ya li Sûriyê de hat kuştin xwar.
Fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê Husên Selamî roja Çarşemê ragihand ku "Îsraîl wê berdêla efserê Pasdarên Şoreşê yê ku li Sûriyê hatiye kuştin bide."
Said Abyar, yek ji fermandarên Muhafizên Şoreşê, duşemê serê sibê di êrîşeke Îsraîlê de li Helebê li bakurê Sûriyê hat kuştin.
Huseyîn Selamî di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa Tasnim a Îranê de got: Divê siyonîstên sûcdar bizanibin ku wê berdêla xwîna ku rijandine bidin û li benda bersivê bin.
Selamî angaşt kir ku Abyar "ji bo mîsyoneke şêwirmendiyê" li Sûriyê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin