Serokomarê Îranê gefa lêdana Tel Avîvê li Îsraîlê xwar
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gef li Îsraîlê xwar û got, heger liv u tevgerekê li dijî Îranê bike, wê artêşa Îranê li Tel Avîvê bixe.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro 18ê Nisanê li Tehranê di salvegera damezirandina artêşa nîştimanî ya Îranê de gotarek pêşkêş kir û gef li Îsraîlê xwar.
Reîsî got: “Peyama me ji rejîma Siyonîst re ew e ku eger daxwaza normalîzekirina têkiliyên bi welatên herêmê re bike, bila bizanibin ku tevgera we ya herî biçûk dê di çavên saziya îstîxbaratê, hêzên ewlekariyê û artêşa me de winda nebe. Eger hûn gavele herî biçûk a li dijî gelên Îranê biavêjin, armanca artêşa me dê bibe paytexta rejîma Siyonîst.”
Reisî herwiha diyar kir ku her çiqas cezayên bernameya atomî li ser wan hebin jî artêşa Îranê kariye hêz û şiyana xwe bipêş bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin