Fermandarê Pasdaran gefa aqûbeta serokomarê yekem ê Îranê li namzedên hilbijartinê xwar
PeyamaKurd – Cîgirê siyasî yê Supaya Pasdarên Îranê Yedullah Cewanî, li ser hilbijartinên serokomariyê yên Îranê gef li aliyên siyasî xwar ku wê qedera wan jî bibe weke ya Serokomarê yekem ê Îranê Seyyid Ebulhasan Benîsedir.
Yedullah Cewanî li bajarê Qûmê axivî ye û gotiye, kabîneya nû ya Îranê ger geşê bi hinardekirina şoreşa Îslamiya Îranê nede yan alîkarîya milîsan zêde neke, wê qedereke wek qedera Benîsedir li pêşiya wan be.
Cewanî li ser hilbijartinan gef xwar û got ku nabe encama vê hilbijartinê bibe sedema bêhêzbûna eniya milîsan û ger serokomarê bê bibe pirsgirêk, dê rastî qedera hempîşeyê xwe Benîsedir were.

BenîSedir ê yekem sertkomarê Îranê bi tohmeta îxanetê ji ser kar hatibû dûrxistin û cezayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin ku ji Îranê revîyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin