Îsraîlê Fermandarê Pasdaran jî kustiye

01 August 2024 14:40 0 dîtin
Îsraîlê Fermandarê Pasdaran jî kustiye

PeyamaKurd – Di hêrîşa Îsraîlê ya berî du rojan a li dijî başûrê Beyrûtê de ku berpirsekî pilebilind ê Hizbullahê hatibû kuştin, hate ragihandin ku di heman hêrişê de Fermandarekî Pasdarên rejîma Îranê jî hatiye kuştin.

Îsraîlê şeva 30î Tîrmehê hêrişî avahiyeke niştecihbûnê ya li Taxa Başûr a Beyrûtê kiribû û di encamê de serkirdeyê navdar ê Hizbullahê Fuad Şukir (Hac Muhsen) hatibû kuştin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê, di heman hêrîşa Îsraîlê ya şeva 30yê Tîrmehê de, şêwirmendê leşkerî yê Îranê Mîlad Bîdî jî hatiye kuştin.

Di nûçeyan de hate destnîşankirin ku Mîlad Bîdî, li gel Fuad Şukir di heman avahiya ku di şêla hêrişa Îsraîlê de bûye.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanê duhî ragihandibû ku li cihê hêrişê, karên rakirina kavilan didome û hejmara kuştiyên hêrişê gihîştiye 6 kesan û eger heye ew hejmar zêde bibe.

Rojnameya Times of Israel ragihand ku fermandarê leşkerî yê Îranê yê di hêrîşê de hatiye kuştin Mîlad Bedî jî li heman avahiya ku ji aliyê frokeyên şer ên Îsraîlê ve li başûrê Beyrûtê hat bombebarankirin bû.