Fermandarê Pasdaran hisyariya Îsraîlê da: Pistî Lubnanê dor tê ser Îranê

22 September 2024 18:01 0 dîtin
Fermandarê Pasdaran hisyariya Îsraîlê da: Pistî Lubnanê dor tê ser Îranê

PeyamaKurd - Fermandarê Artêşa Pasdarên û Endamê Lijneya Diyarkirina Berjewendiyên Îranê Muhsîn Rezayî hişyarî da û got: "Piştî Lubnanê, dor tê ser Îranê.

Fermandarê Pasdarên Îranê Muhsîn Rezayî di axaftina xwe ya di merasîma leşkerî ya Pasdaran de destnîşan kir ku li Rojavayê Asyayê şerekî mezin dest pê kiriye û Îsraîl piştî Hemasê berê xwe daye Lubnan û Hizbullahê.

Rezayî angaşt ku piştî Lubnan û Hizbullahê wê Îsraîl berê xwe bide Îranê û got: "Ji ber vê yekê, wek dema şerê Îran û Iraqê, divê gelê Îranê, li hember Îsraîlê jî piştgiriyê bide rejîma Îranê û artêşa Îranê."

Fermandarê Pasdaran Rezayî hişyarî da Serokwezîrê Îsrailê Benjamin Netanyahu û dom kir: "Netanyahu bi kişandina welatê xwe ya nav şerekî herêmî, rola Serokê berê yê Iraqê Sedam Husên dileyize. lîst da ku welatê wî bikşîne nav şerekî mezin ê herêmî û daxwaz kir ku hêzên Pasdarên Şoreşê ji bo geşedanan amade bin.

Rezayî di axaftina xwe ya salane ya beriya destpêkirina merasima leşkerî ya bi boneya salvegera şerê Îran û Iraqê yê salên 1980yî de got, "Di bin van şert û mercan de li Lubnanê sûcên siyonîstan zêdetir dibe û hêrişên wan ji Iraqê heta Sûriyeyê belav dibin. Belavkirina şer a ber bi Îranê ve wê şaşiyeke mezn be."

Muhsîn Rezayî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew nêzîkî şerekî nû û mezin in û bang li hêzên Pasdaran kir ku ji geşedanên nû re amade bin.