Fermandarê Îranê gefa 'temenê dewleta Îsraîlê negihe 80 salan' xwar!
PeyamaKurd – Li demeke ku agirbesta Îsraîlê bi Tevgera Cîhadî ya Îslamî re ku Îran piştevaniya wê dike dewam dike, ji Îranê dîsa gefa tunekirina dewleta Îsraîlê hat xwarin. Artêşa Îsraîlê jî piştî êrîşên ser Xezeyê ragihandibû ku serkirdayetiya Cîhada Îslamî hatiye bêbandorkirin.
Li gorî medya Îranê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Elî Fedevî, di kombûneke li meydana Filîstîn a Tehranê gefa kurtkirina temenê Îsraîlê xwar û got: “Em bi hemû awayî piştgîriya Filîstînê dikin û nahêlên Îsraîl 80 sal temenê xwe temam bike.”
Dewleta Îsraîlê 14ê Tîrmeha 1948an hatiye damezrandin û niha di 74 saliya xwe de ye ku li gorî gefa hatiye xwarin, Îran heta 2028an hewl dide Îsraîlê tune bike.
Beriya Elî Fedevî, Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî jî gelek caran gefa nehiştina Îsraîlê xwaribû ku piştre li Bexdayê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibû kuştin.
Îsraîl ev demek dirêj e bi taybet li ser erda Sûriyê hêzên girêdayî pasdaran dike hedef û ziyaneke mezin digihîne wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin