Îranê li ser gefa petrolê ya Kanadayê daxuyanî da!
PeyamaKurd – Wezîrê Aborî yê Îranê Ebdul Nasir Himmetî ragihand ku nûçeyên li ser rawestandina hinartina petrolê ya Kanadayê li hember biryara Amerîkayê ya zêdekirina baca gumrikê, rakirina dorpêçên li ser petrola Îranê ji her demê zêdetir ji aliyê aborî ve girîngtir kiriye.
Wezîrê Aboriyê yê Îranê Himmetî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê yê medyaya civakî parve kir da, baca gumrikê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve li ser hin welatan di serî de Kanada û Meksîkayê li ser hin welatan sepand nirxand.
Himmetî got ku rêjeya dolarê Amerîkî di rezervên cîhanî de ku di sala 2016an de ji sedî 65 bû, îro daketiye ji sedî 58ê.
Wî got: "Digel ku Kanada ji doh ve gefa rawestandina firotina petrolê ji bo Amerîkayê bi sedema ji sedî 25ê gumrikê li ser kelûpelên Kanadayê xwariye, rakirina dorpêçên ser petrola Îranê ji her demê zêdetir di warê aborî de girîngtir bûye".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin