Ji Îranê daxuyanîya sewata depoyên petrolê yên li Tehranê...
PeyamaKurd - Televîzyona fermî ya Îranê ragihandiye ku li parzûngeha petrolê ya li Tehranê agir bi 18 depoyên petrolê ketiye ku ziyaneke mezin çêbûye.
Rêvebirê Hawarhatinê yê Tehranê Peyman Sebrîyan li ser sedema agirê li rafîneriya petrolê ya Tehranê da xuyakirin ku ji ber şewata xetên gazê agir bi depoyên petrolê ketiye.
Berpirsê îranî diyar kir, gelek tîmên agirkujê hewla vemirandina agir didin û di bûyerê de ti ziyanên canî nebûne.
Rêveberiya Parzûngehê jî red kiriye ku çalakiyeke sabotajê li pey şewatê hebe û şewata parzûngehê wekî sedemeke têkçûna teknîkî eşkere kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin