Hûsiyên bi ser Îranê ve bi fuzeyan depoyên petrolê yên Aramcoyê teqandin

25 March 2022 21:05 0 dîtin
Hûsiyên bi ser Îranê ve bi fuzeyan depoyên petrolê yên Aramcoyê teqandin

PeyamaKurd – Qada petrolê ya kompaniya Aramco ya Siûdî ku kompaniya herî mezin a petrolê ye li cîhanê, îro 25ê Adarê êvarê rastî êrîşeke moşekî hat û agir pê ket.

Li gorî zanyariyan êrîşa moşekî ji aliyê Hûsiyên Yemenê yên bi ser Îranê ve hatiye kirin û depoyên petrolê yên li bajarê Cideyê bûne armanca êrîşê.

Şewata li kargeha Aramcoyê heta ev nûçe dihat amadekirin berdewam dikir.

Çavkaniyên ji Erebistana Siûdî ragihandine ku ji ber şewata li kargeha Aramcoyê dûxaneke zêde li ser asmanê bajarê Cideyê bilind bûye.