Îranê bi rêya NY gefa destwerdana Îsraîlê xwar!
PeyamaKurd – Îranê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) peyamek ji Îsraîlê re şand û ji ber şerê Hamasê gefa deswerdana leşkerî li Îsraîlê xwar.
Li gorî nûçeya malpera Axios a Amerîkayê ba zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihandiye, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan di hevdîtina ligel Kordînatorê Pêvajoya Aştiyê yê Rojhilata Navîn di NY de, Tor Wennesland de, li Beyrûdê peyamek ji Îsraîlê re şandiye.
Hate diyarkirin ku Ebdullahiyan di peyamê de gotiye, “Heger Îsraîl êrîşên ser Xezeyê berdewam bike, ew dê neçar bimînin destwerdanê bikin.”
Wennesland jî Ebdullahiyan re gotiye, ew naxwazin şerê li Xezeyê li herêmê belav bibe û ji Îranê alîkarî xwestiye.
Li gorî nûçeya Wezîrê Îranê diyar kiriye ku ew dikarin ji bo azadkirina rehîneyên di destê Hamasê de jî navbeynkariyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin