Sky News: Îranê gefa nukleerî li Îsraîlê xwariye
PeyamaKurd- Hate ragihadin ku Îranê beriya êrîşa tolhildanê ya Îsraîlê gefa nukleerî lê xwariye û diyar kiriye, ger Tel Avîv êrîşî nav Îranê bike ew dê çeka nukleerî bikar bînin.
Li gorî nûçeya Sky News a erebî li ser bersivdana Îsraîlê ya li hember êrîşa Îranê ya hefteya borî Îranê gef xwar ku heke Tel Avîv êrişî wê bike dê çekên nukleerî bi kar bîne.
Di nûçeya bi sernavê "Gefa Îranê ya bikaranîna çekên nukleerî gumanan li ser bernameya wê ya aştiyane çêkir" hatiye weşandin de tê gotin: "Bi vê gefê re gumanên navneteweyî pêbaweriya Tehranê têkildarî bernameya wê ya nukleerî vejandin ku dibêje ji bo armancên aştiyane ye."
Herwiha hatiye diyarkirin, nakokiya di navbera her du dewletan de, ne dûr e herêmê ber bi "dojehê" ve bibe û ihtîmal heye "kaxiza nukleer" bibe destpêka çareserkirina aloziya li herêmê û pêkanîna lihevkirinan yan jî dê şerekî herêmî rû bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin