Reîsî gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di derbarê hêrişa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya Îranê ya Şamê de gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar.ser
Reîsî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de hêrîşa Îsraîlê ya li Şamê ku hin şêwirmend û serbazên artêşa Îranê hatibûn kuştin şermezar kir û got: “Hêrişa Îsraîlê ya li dijî avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiryareke nemirovane ye û binpêkirineke aşkere ya yasayên navneteweyî ye. Divê Îsraîlî bizanin ku bi van kiryarên nemirovane qet nagihîjin armancên xwe. Roj bi roj jî Bereyê têkdana Îsraîlê bihêztir dibe û wê ew tawan jî bê bersiv nemînin.”
Serokkomarê Îranê pesnê artêşa Pasdaran da û got: “Ew fermandarên artêşa Pasdaran ên ku hatine armanckirin cengawerên serdema parastina pîroz bûn û bi erkê zêrevaniya cihên bilind û pîroz ên Îslamê û miorvatiyê li Sûriyeyê bûn.”
Rêîsî di dawiya peyama xwe de gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar û û got, “Ew kiryara tawankarî û nemerdane ya Îsraîlê bê bersiv namîne.”
Duh frokeyên şer ên Îsraîlê li Şama paytexta Sûriyeyê hêrişî avahiyeke li nêzîkî Balyozxaneya Îranê kirin.
Piştî hêrişê, artêşa Pasdaran a rejîma Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermandar û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin