Ji Josep Borell daxuyaniya êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê...
PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Joseph Borrell, di civîneke rojnamevanî de, bang li Îranê kir ku êrîşên ser Herêma Kurdistanê rawestîne.
Josep Borell piştî civîna wezîrên derve ya Yekîtiya Ewropayê ya Brukselê ku doh 22yê Çile bi beşdariya wezîrên derve yên Erebistana Siûdiyê, Urdin, Misir û Israîlê hat kirin, daxuyanî dan.
Di civîna Ye de, ji bilî şerê Rûsya-Ukraynayê, şerê Hemas û Israîlê jî hate gotûbêjkirin û herwiha tevî alozî û hevrikiyên cîhanî êrîşa artêşa Pasdarên îranê ya li ser Herêma Kurdistanê jî hate gotûbêjkirin.
Joseph Borrell di civîna rojnamevanî de, fikarên xwe yên li ser berfirehkirina şer li deverên din ên Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê anî ziman û got, ew êrîş aramî û îstiqrara herêmê têk didin.
Borrell herwiha bal kişand serd şehîdkirina Jîna Pêşrew Dizeyî ya di êrîşa artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê de û banga rawestandina wan êrîşan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin