Daxuyaniya Îranê li ser êrîsa bi mosekên balîstîk a li ser Hewlêrê
PeyamaKurd – Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ku berpirsyariya êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê girt ser xwe, îdia kir ku "Bergehên komên dijî Îranê û sîxurên li herêmê bi mûşekên balîstîk hatine hedefgirtin."
Şeva din di saet 23:30an de gelek caran bi fuze û balafiran êrîşî Hewlêra paytext hat kirin. Moşek li gelek deveran ketin, di nav wan de Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê û baregeha hevpeymaniya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka ku li nêzîkî Balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ye.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Muhafizên Şoreşê di kêliya dawî de eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hember cinayetên terorîstî yên vê dawiyê yên dijminên Îranê, nîvê şevê navendên sîxuran û terorîstan bi moşekên Balistîk ên Artêşa Pasdarên Înqilaba Îslamî hatin hedefgirtin û jinavbirin."
Artêşa Muhafizên Şoreşê di duyemîn daxuyaniya xwe ya nivîskî ya derbarê mijarê de wiha got: "Cihên hevdîtinên serkirde û pêkhateyên sereke yên ku bi êrîşên terorê yên dawî re têkildar in, rêxistina terorîst a DAIŞê bi taybet li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, bi avêtina rêze moşekên balîstîk hat tesbîtkirin û jinavbirin."
Daxuyaniyê amaje bi êrîşa xwekujî ya li Kermanê ya ku DAIŞê girtibû ser xwe, êrîşa ku hêzên ewlehiyê li bajarê Raskê kiribû armanc û herwiha êrîşên li Sûriyê ku di encamê de yek ji fermandarên payebilind ên Artêşa Pasdarên Şoreşê Razî Mûsewî hat kuştin, kirin.
Di daxuyaniya sêyemîn a Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê de hat îdiakirin ku ji bilî hedefên DAIŞê yên li nav axa Sûriyê, "Bergeha navenda îstixbarata derve ya Îsraîlê Mosad" ya li bajarê Hewlêrê jî bi moşekên balîstîk hatiye hedefgirtin.
Karsazê Kurd û malbata wî bûn hedef
Lê, mala ku Îranê îdia kiribû navenda Mossad e, mala karsazê Kurd Pêşrew Dizayî, xwediyê Koma Falcon Group bû.
Di êrîşê de Dizayî û 4 kes ji malbata xwe mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Daxuyaniya Encûmena Asayişa Kurdistanê derbarê êrîşa Hewlêrê
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di êrişa Artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne. Kosey îdiayên Îranê jî red kir.
Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de ev tişt hatin gotin:
“Roja 15-16ê Çileya 2024an saet 23.30an de Muhafizên Şoreşa Îranê gelek cihên sivîl ên Hewlêrê bi gelek moşekên balîstîk hedef girtin. Mixabin li gorî tespîtên destpêkê, 4 sivîl şehîd bûne û 6 sivîl jî birîndar bûne. Rewşa hinek birîndaran giran e. Muhafizên Şoreşê îdia kir ku êrîşê çeperên komên dijberê Îranê kirine hedef. Ev hincet bêbingeh e û em red dikin. Lê mixabin êrîşên li dijî Hewlêrê her tim ji ber sedemên bêbingeh tên kirin. Hewlêr ku herêmeke bi îstîqrar e, ti carî ji bo ti aliyan nebûye cihê metirsiyê. Ev jî binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Divê hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”
Êrîşên li dijî Îranê
Di merasîma bîranîna çaremîn salvegera Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî de ku roja 3ê Çile hat lidarxistin, li bajarê Kirmanê du teqîn li pey hev qewimîn. Rayedarên Îranê ragihandin ku 91 kes mirine. DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.
Di 4ê Çile de li Bexdaya paytexta Iraqê, Amerîkayê wesayîta Muştek Cewad Kazim bi nasnav "Ebû Teqwa es-Saidî" ku yek ji pêşengên Tevgera Nuceba ya di bin sîwana Heşda Şeibî de ye kir hedef. Di êrîşê de es-Saîdî û cîgirê wî Ebû Îmtîhan hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin