Koska Spî: Îran amadekariya êrîsa mosekên balîstîkî bi ser Îsraîlê de dike
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîka ya Koşka Spî ragihand ku Îran xwe ji bo êrîşeke moşekî ya li dijî Îsraîlê re amade dike. Îsraîlê jî eşkere kir ku Amerîkayê li ser êrîşa Îranê ew agahdar kirine.
Berpirsekî Koşka Spî ji kanala CBS ya Amerîkî re ragihand, Îran xwe ji bo êrîşeke moşekên balîstîkî bi ser Îsraîlê de amade dike.
Berpirsê Koşka Spî hişyarî da Îranê û got ku dê encamên gelek tund ên êrîşeke wisa derkevin holê.
Li aliyê din Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari piştrast kir ku Amerîkayê li ser êrîşa Îranê hişyarî daye wan û wiha got: "Amirîkayê em agahdar kirin ku Îran dixwaze bi moşekan êrîşî Îsraîlê bike."
Hagari da zanîn, Wezareta Berevaniya Îsraîlê ji bo bersiva her êrîşekê amade ye.
Hêjayî gotinê ye, piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah, rêberê olî yê Îranê Elî Xamîneyî gef li Îsraîlê xwaribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin