WSJ: Îran, ligel wan tevgeran amadekariya êrîsa Îsraîlê dike!
PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye, îdia kir ku Îran bi Hamas, Hizbullah û Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re ji bo êrîşî Îsraîlê bike, hevdîtinan dike.
Çavkaniyên nenas ên ku ji WSJê re axivîn, îdia kirin ku Fermandarê Hêza Quds a Artêşa Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Kaanî, hefteya borî bi dizî çûye Lubnanê û bi rêberên Hamas, Hizbullah û PIJê re hevdîtin kiriye.
Tê îdîakirin ku hevdîtin li Beyrûdê hatiye kirin
Hat îdiakirin ku hevdîtin li Balyozxaneya Îranê ya li Beyrûta paytexta Lubnanê hatiye kirin û hat destnîşankirin ku civîna di navbera aliyan de hevdem civîna li ser êrîşên moşekî yên li ser Îsraîlê ji başûrê Lubnanê ye.
Çavkaniyan îdia kirin ku Kaanî bi Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye û cîgirê wî Salih Arûrî û Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hasan Nasrallah re hevdîtin kiriye û planên vê êrîşê bi dawî kirine.
WSJ destnîşan kir ku armanca sereke ya Tehranê ew e ku rê nede welatên din ên herêmê ku têkiliyên dîplomatîk bi Îsraîlê re saz bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin