Îsraîl: Ajanên Îranê yên amadekariya êrîsan dikirin hatin desteser kirin

02 February 2021 20:20 0 dîtin
Îsraîl: Ajanên Îranê yên amadekariya êrîsan dikirin hatin desteser kirin

PeyamaKurd – Weşana Fermî ya Îsraîlê (KAN) ragihand ku hejmarek ajanên Îranê yên ku amadekariya êrîşkirina ser Balyozxaneya Îsraîlê dikirin hatine desteserkirin.

KAN nûçeya xwe dispêre çavkaniyên îstixbarî yên welatên rojava û diyar dike, rêveberiya Tehranê ajanên xwe ji bo êrîşî balyozxaneyên Îsraîlê, Amerîka û Îmaratê bikin şandine welatekî Afrîkayê û zanyarî kom kirine.

Hat ragihandin ku ji wan ajanên (sîxur) hatine girtin, hinek ji wan îranî û hinek ji wan jî hemwelatiyên Ewropayê bûne.

Herwiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku mebesta Îranê tolvedana kuştina Qasim Suleymanî û zanyarê atomî Muhsîn Fexrîzade bûye.

KANê daye xuyakirin ku hinek ji wan ajanan li welatekî Afrîkayê hinek jî li welatên din hatine binçavkirin.