Îsraîl: Me ji 50 êrîsan zêdetir ber li êrîsên Îranê girt

14 July 2023 23:08 0 dîtin
Îsraîl: Me ji 50 êrîsan zêdetir ber li êrîsên Îranê girt

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku Îsraîlê di salên dawiyê de ji 50 yan zêdetir ber li êrîşên Îranê girtine. Gallant ragihand ku di wexta seredana xwe ya Azerbeycanê de, li ser Îranê hûr bûne, li ser mijarên ewlehiyê, sanayî û îstîxbaratê axifîne.

Li gor ragihandina dezgeya weşana giştî ya bi navê KANê: wezîr Gallant piştî ji bo 2 rojan seredana Azerbeycanê kir, bi rojnamevanan re hat cem hev. Gallant seredana xwe ya Azerbeycanê girîng nirxand û got ku mijara bingehîn ya navbera Îsraîlê û Azerbeycanê Îran bûye. Li Bakuyê bi Îlham Aliyev û wezîrê bergiriyê bi Zakir Hasanov re hevdîtin kiriye. Gallant weha dewam kir:

“Sîstema me ya ewlehiyê, bi xêra hevkariya bi gelek dewletan re, di salên dawiyê de ji 50 yan zêdetir êrîşan têkbir. Gelek ji wan êrîşan gihabûn asta dawiyê û di kêliya dawiyê de hatin têkbirin.”