Fransayê êrîsa li dijî Kormorê sermezar kir

26 January 2024 17:46 0 dîtin
Fransayê êrîsa li dijî Kormorê sermezar kir

PeyamaKurd - Fransayê êrîşa li dijî qada gazê ya Kormorê şermezar kir û destnîşan kir ku êrîşên wiha dibin sedema rewşên aloz ên li Iraqê.

Balyozxaneya Fransayê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li dijî qada gazê ya Kormorê şermezar kir.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Fransayê de hate gotin ku "êrîşên bi vî awayî dibin sedema rewşên aloz ên li Iraqê."

Duh bi şev, li dijî qada gazê ya Kormorê bi mûşekên Katyûşya êrîş pêk hat. Berpirsên Kormorê ragihandin ku ji ber êrîşê, hilberîna gazê ji bo demekê hatiye rawestandin.

Qada Gazê ya Kormorê ku li devera nahyeya Qadirkeremê ya bajarê Çemçemal ê parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ye, di 2007an de hatibû damezrandin.

Kormor, yek ji mezintirîn qada gazê ya li Herêma Kurdistanê ye.

Kompaniyayên Dana Gas û Hîlala Îmaratî li Kormorê karê hilberîna gazê dikin.