Papa ji bo êrîsa Hewlêrê Tehranê sermezar kir

18 January 2024 14:22 0 dîtin
Papa ji bo êrîsa Hewlêrê Tehranê sermezar kir

PeyamaKurd - Serokê Rûhanî yê Cîhana Katolîk Papa Francis êrîşa rejîma Îranê ya li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku rê li ber gurbûna şer û aloziyên li Rojhilata Navîn bigirin.

Papa Francis anî ziman ku bi êrîşa Îranê re fikar çêbûne ku aloziya şerê Hamas û Îsraîlê gur bibe û bi alîgirên Îranê yên li Lubnan, Surîye, Iraq û Yemenê hîn mezintir bibe.

Papa Francis got: “Ez xemgînî û piştgiriya xwe ji bo qurbanîyên êrîşa muşekî ya li dijî Hewlêra paytexta Herêma Kurdisanê radigihînim.”

Papa diyar kir ku cîran ne bi êrîşan, bi dîyalog û danûstandinan peywendiyên baş çêdikin û got ku ew bang li hemî kesan dike ku aloziya li Rojhilata Navîn gur nekin.

Papa Francis ji bo qurbanîyên şer yên li Ukrayna, Îsraîl û Filistînê jî banga niyazan kir.