Yekîtiya Ereban jî ji bo êrîsa Hewlêrê Îranê sermezar kir

17 January 2024 18:21 0 dîtin
Yekîtiya Ereban jî ji bo êrîsa Hewlêrê Îranê sermezar kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Ereban jî êrîşa rejîma Îranê ya li dijî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê şermezar kir.

Yekîtiya Ereban, bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa hêzên pasdaran ên rejîma Îranê ya li dijî paytext Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya yekîtiyê de bal li ser hate kêşan ku di encama êrîşa rejîma Îranê de 4 sivîlên bêguneh hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne û wiha hate gotin:

"Ev êrîşa ku rêz li rêgezên cîrantiya baş a sade negirtiye, binpêkirina eşkere ya serweriya Komara Iraqê û ewlehiya gelê wê yê ezîz e. Ji ber ku ewlehî û aramiya Iraqê beşeke bingehîn e, ev êrîş, her wiha binpêkirina eşkere ya ewlehiya neteweyî ya ereban e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku "Di çarçoveya ewlehiya Ereban de êrîşa li ser Iraqê êrîşek li ser neteweya Ereb e."