NATO û Amerîkayê li ser êrîsa Hewlêrê daxuyanî dan!

17 January 2024 11:41 0 dîtin
NATO û Amerîkayê li ser êrîsa Hewlêrê daxuyanî dan!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û diyar kir ku ew piştgiriyê didin serweriya Iraqê.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Thomas Seiler jî diyar kir ku ew ji ber êrîşên ku bûne sedema mirina sivîlan bi giranî nîgeran in.

Pasdarên Şoreşa Îranê şeva borî bi 11 moşekên balîstîk êrişî xalên cuda yên Hewlêra paytext kirin.

Di van êrîşan de karsazê Kurd Peşrew Dizayî, keça wî Jîna Dizayî ku wê di 25ê Çileyê de bibûya yek salî jiyana xwe ji dest dan. Karsazê Iraqî Kerem Mîxaîl ku li malê mêvan bû lê li Bexdayê rûdinişt û karmendekî Fîlîpînî jî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 16 kes jî birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ku di Foruma Aborî ya Cîhanê ya ku li Davosa Swîsreyê hat lidarxistin de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re hat bal hev, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got, “Me bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re hevdîtin kir û li ser hevkariya me ya xurt gotûbêj kirin. Herwiha min êrîşên dawî yên Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar kirin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane jî sersaxî xwest. Em piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê dikin.”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Thomas Seiler jî piştî êrîşê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsek parve kir.

Seîler got, "Yekîtiya Ewropayê ji zêdebûna tundiya li Rojhilata Navîn ku bûye sedema mirina gelek sivîlan li herêmê gelekî bi fikar e."

“Êrîşên vê dawiyê yên li ser serweriya Iraqê cihê nîgeraniyeke cidî ye ji ber ku bandoreke bêîstiqrar li ser welat û navçeyê heye.

"Yekitiya Ewropî bang li aktorên li herêmê dike ku herî zêde xweragiriyê nîşan bidin û ji bo rawestandina rageşiyê bixebitin."