Amerîkayê li ser Swêd û NATOyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, ew hêvî dikin ku Swêd proseya endambûna xwe ya fermî ji NATOyê re berî lûtkeya meha Tîrmehê temam bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di civîna çapemeniyê ya hevpar a ligel hevtayê xwe yê Îtalyayê Antonio Tajani de, li ser pirseke derbarê endambûna Swêdê ya ji bo NATOyê got, “Weke min berê jî gotibû, ev pêvajoyek e. Bi dîtina min tê qebûlkirin ku her endamekî tifaqê di vê pêvajoyê de fikarên xwe bîne ziman. Bi dîtina me, dem hatiye ku Swêd prosesa endambûna xwe ya fermî ya hevpeymaniyê biqedîne û girîng e ku hema hema hemû endamên NATO wisa bifikirin. "Bendewariya me ew e ku ev yek beriya Civîna NATO ya li Vilnius pêk were."
Blinken herwiha diyar kir, "Li gorî me, Swêd ji bo fikarên Tirkiyeyê yên ji bo tevlîbûna hevpeymaniyê çareser bike, têra xwe hewl dide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin