Scholz, li ser endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku ji ber ku Ûkrayna di şer de ye nikare bibe endamê NATOyê.
Scholz di bernameyeke kanala televizyonê ZDF de nîqaşên li ser endametiya Ûkraynayê ya NATOyê nirxandin.
Scholz diyar kir ku endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê pêvajoyeke ne di rojevê de ye û got, “Ez bawer dikim ku gelekî girîng e heger mirov fêm bike ku welatekî di şer de ye nikare bibe endamê NATOyê.”
Scholz diyar kir ku wan li Washington û Vilniusê derbarê endamtiya NATOyê ya Ûkraynayê de biryar daye û bendewariyên xwe rave kirin û wiha got: “Lê belê ez bawer dikim ku ji bilî vê biryarê niha hewceyî bi biryareke nû nîne.”
Scholz, da zanîn ku dema piştgirî dide Ûkraynayê, ji bo ku ev yek veneguhere şerekî di navbera Rûsya û NATOyê de divê gavên aqilekî hevpar bên avêtin û got, “Ev mijareke ku ez pir zelal dibînim û helwêsta xwe naguherînim.”
Scholz bal kişand ser wê yekê ku ew ê wan çekan nedin Ûkraynayê ku dê rageşiyê zêde biki û şandina fuzeyên Taurusî ên alman wek mînak nîşan da û got, “Nêrîna min zelal e. Ez wisa difikirim ku ev xelet e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin