Scholz: Ji bo sandina hêzên astiyê ji bo Ûkraynayê hêj zû ye

17 February 2025 23:24 0 dîtin
Scholz: Ji bo sandina hêzên astiyê ji bo Ûkraynayê hêj zû ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ragihand ku ji bo hêzên aştiyê bişînin Ûkraynayê hêj zû ye û ne wexta wê ye. Scholz her weha got ku minaqeşeyên di vê mijarê de ne rastin.

Olaf Scholz, got ku hevdîtinên di mijarê de yên navdewletî zelal nînin û mafê Ûkraynayê heye desthilata xwe û parastina xwe bike.

Ragihandina Scholz ket piştî civîna Parîsê ya rayedarên endamên Yekîtiya Ewrûpayê. Eger garantiya ewlehiyê bidin Ûkraynayê, wê Almanya leşker bişîne Ûkraynayê an na de got:

“Gelek zûye ku em vê mijarê niqaş bikin û ne wexta wê ye. Heta ev niqaş min aciz dikin. Mirov, li ser civîna ku hêj Ûkrayna nehatiye dawet kirin, li ser masê nerûniştiye, encama civînê nediyare û li ser varyantan dixifin. Eger rastiya mijarê bêjim, van tiştan ne rastin.

Wê encama hevdîtinên di navbera Rûsya û DYA de çi bin em nizanin. Li gor fikra min; ji hêza aştiyê ya navdewletî heya tiştên din gelek mijar tên munaqeşekirin. Wext şaşe û mijar şaşin. Em ne di wexta aştiyê de ne û em di nav şerekî ku ji aliyê Rûsya de tê meşandin de ne. Mijara herî girîng ev e.

Li ser ku ‘divê di navbera DYA û YE de, bi parvekirina ewlehiyê û berpirsiyariyê de divê cudatî tinebe’ de, temamê lîderên dewletên YEyê hemfikrin. Avakirina NATOyê li ser bingeha tevgerîna bi hevre, parvekirina talûkeyan û temîna ewlehiyê ava bûye. Divê li ser vê mijarê niqaş nên kirin.”