Îngîltere biryarê da ji bo astiyê li Ûkraynayê lesker bicîh bike

13 March 2025 23:30 0 dîtin
Îngîltere biryarê da ji bo astiyê li Ûkraynayê lesker bicîh bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer ragihand ji bo parastina aştiyê wê karibe li Ûkraynayê leşker bicîh bikin û dema bêjin ‘Ewrûpa ji bo parastina peymanê tiştên ket ser milên wan kir’, ji bo ‘em bêjin belê’, ew bi welatên din re bi hevre gelek zêde dixebitin.

Keir Starmer, ji bo reformên di xizmeta giştî de yên ku dê bikin, li devera Yorkshireyê daxwuyaniyan da. Starmer got ku şerê li Ûkraynayê ji bo xebatkarên welat bandorekî neyînî dike, fatûra û maliyeta debarê zêde bûne û got:

“Serokê Rûsyayê Putin birçiyê şere û iştaha wî ya şer û tevliheviyê heye û dê vana zêdetir bike. Şerê li Ûkraynayê bandora xerab li ser welatê me kiriye. Rûsya sînorên me yên hewa, bejayiyê û deryayê îhlal kiriye. Berê peyman hatin kirin lê kes peymanan neparast. Putin kengê xwest, xetê derbas kir. Ev ji bo me Ûkrayna û Ewrûpayê baş nîne.

Her tişta ez bikim, bi niyeta parastina aştiyêye. Kes şer naxwaze û ti serokwezîr naxwaze li ciyên şer leşkerên xwe bicîh bike. Ji bo parastina aştiyê, em dixwazin leşkerên xwe bicîh bikin. Gelek girînge ku ev pêngav bi DYA re, bi şêwrê bêkirin.”