Wezîrê bergiriyê yê DYAyê Hegseth: Endamtiya Ûkraynayê ya NATO rastteqîne nîne

12 February 2025 21:11 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê yê DYAyê Hegseth: Endamtiya Ûkraynayê ya NATO rastteqîne nîne

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê DYAyê Pete Hegseth ragihand ku welew şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê biqede jî, wê ne rast be ku Ûkrayna bibe endamê NATOyê. Hegseth, daxwuyaniya xwe piştî Trump bû serokkomar da û dibe ew fikir ya siyaseta DYA (Amerîka) bi xwe be. Hegseth li ser mijarê got:

“DYA endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê perçeyekî ji muzakereyên çareseriya Rûsya-Ûkraynayê nabîne.”

Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte jî ragihand ku divê bêhtir pere ji bo NATOyê bê veqetandin û serfkirin.