Wezîrê bergiriyê Yasar Güler li ser endamtiya Îsveçê ya NATOyê axifî

17 June 2023 18:18 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê Yasar Güler li ser endamtiya Îsveçê ya NATOyê axifî

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler li ser civîna baregeha NATOyê ya li Brukselê jiğ bo rojnamevanan axifî û got:

“Di hevdîtinên me yên duqolî de, me ragihand ku em siyaseta NATOyê ya ‘deriyê vekirî’ destek dikin û eger Îsveç jî sozên xwe yên di peymana 3 qolî de daye, bicîh bîne, wê karibe weka Fînlandiyayê bibe endamê NATOyê û me vana ji hevkarên xwe re beyan kir.

Berya daniştina me ya îro, civîna grûba temasê ya Ûkraynayê çêbû. Di civînê de me desteka xwe ya ji bo desthilata Ûkraynayê, yekîtiya axê û serxwebûna wê, car din dubare kir. Di mijara ‘korîdora dexlê’ de heya niha bi xêra hewlên Tirkiyê 32 milyon ton bi hezar keştiyan ji lîmanên Ûkraynayê gihaye bazara dinyayê. Gelek girînge ku ev sewqiyat dewam bike.”