Amerîkayê, li ser NATO û Ukraynayê daxuyanî da

16 July 2023 19:00 0 dîtin
Amerîkayê, li ser NATO û Ukraynayê daxuyanî da

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan, di bernameya televizyonê ya ABC Newsê de li ser rewşa Ukraynayê ya ji bo NATOyê axivî.

Jake Sullivan, di nirxandinên xwe de bal kişand ser siberoja Ukraynayê ya di NATOyê de ye û diyar kir ku ev, ne mijareke vekirî ya dan û stendinê ye.

Sullivan bal kişand ku Amerîka dê li dijî Rusyayê piştgiriya Ukraynayê berdewam bike û da zanîn ku ew wisa difikire ku gelê Amerîkî dê piştgiriyê bide vê yekê.

Sullivan, di derbarê endamtiya Ukraynayê ya NATOyê de bi berdewamî got,

"Siberoja Ukraynayê, di nav NATOyê de ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi muzakereyan tuneye. Ev yek dê demek çêbibe. Beriya her tiştî, dema ku şer hîn jî didome, ketina Ukraynayê ya NATOyê tê wê wateyê ku NATO dê bi Rusyayê re bikeve şer. Ev tê wê wateyê ku Amerîka bi Rusyayê re bikeve şer. Ne NATO û ne jî Amerîka amade ne vê yekê bikin." 

Jake Sullivan amaje bi wê yekê jî kir ku divê her welatekî berendamê endamtiya NATOyê hin reformên demokratîk pêk bîne û da zanîn ku Ukrayna pêşketineke girîng bi dest xistiye, lê pêwîst e reformên zêdetir bike.