NATOyê, li ser dayîna F-16an a Ukraynayê daxuyanî da
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di derbarê dayîna balafirên şer ên F-16an a ji bo Ukraynayê de daxuyanî da. Steltenberg da zanîn ku hîn biryara dem û çawaniya radestkirinê nehatiye dayîn.
Jens Stoltenberg, piştî ku li baregeha NATOyê bi Serokwezîrê Letonyayê Krisjanis Karins re hevdîtin kir daxuyanî da çapemeniyê.
Stoltenberg li ser dayîna balefirên şer ên F-16 ji bo Ukraynayê re got, "Ew ê kengê û çawa ev yek pêk were, hîn nehatiye diyarkirin. Ez difikirim ku dê gav bi gav bimeşe û divê pêvajo pêşî bi perwerdekirina pîlotên Ukraynayî dest pê bike. Piştre li gorî pêşveçûnê, dê mijar were ser gihandina balafiran.”
Stoltenberg, li ser Lûtkeya NATOyê ya ku dê di 11 û 12ê Tîrmehê de li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê bê lidarxistin de jî axivî û got ku
"Pêdivî ye ku em piştgiriya xwe zêde bikin û bidomînin da ku Ukrayna wekî neteweyeke azad û serwer bi ser bikeve. Li Vilniusê jî em ê bi planên nû yên berevaniyê yên herêmî, modela hêzeke nû û fermandariyeke bihêz ji bo xurtkirina xweparastinê û parastina xwe bidomînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin